Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tecrûbeyên xwe yên 13 salan, ji bo gelên Suriyeyê baweriya avakirina welatekî demokratîk û pir rengî zêdetir kiriye.

Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
Rêveberiya Xweser di rêya modelbûnê de bawerî zêdetir kir
6 îlon, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN
EKREM BEREKAT

Şoreşa Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, ji ber destwerdanên derve veguherî şer û nakokiyan. Lê Kurdan bi pêkhateyên din ên herêmê re (Ereb, Suryan û Asûr) di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji bajarê Kobanê çirûska şoreşê pê xist. Ev yek wekî gavek ji bo avakirina rêveberiyeke xweser a alternatîfa şerê li Sûriyeyê hat avêtin.

Di çarçoveya bûyerên ku li Sûriyeyê rû dan de, Meclisa Gel a Rojava û Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi armanca avakirina rêveberiyeke xwecih di 8’ê Îlona 2013’an de peymanek ji 9 bendan îmze kir. Li ser vê yekê hevdîtin bi pêkhateyên herêmê Ereb, Suryan, Asur, Tirkmen, Çaçan, Ermen re dest pê kirin da ku li ser şêweyê vî rêveberiyê li hev kirin.

Di 12’ê Mijdara 2013’an de, wekî gava pêşîn a avabkirina rêveberiyên xweser, avabûna Meclisa Giştî ya Hevbeş hat ragihandin. Rojek beriya vê ragihandinê ENKS’ê jê vekişiya. Lê gelên herêmê gavên xwe yên ber bi pêkanîna avakirina rêveberiyên xweser ve dewam dikin. Di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê hat ragihandin. Di 26’ê Çileyê de Rêveberiya Xweser a Kobanê û Di 29’ê Çileya de jî Rêveberiya Xweser a Efrînê hatin îlankirin.

Ji avabûna Rêveberiya Xweser heta niha gelek êrişên dijwar ra ru bi ru hat. Çeteyên "Cebhet El Nusra" bi pêşgirya dewleta Tirk dagirker ji Serêkaniyê û başûrê Girkê Legê heya Çilaxa û Tirbespiyê êriş pêk anîn. Ev êriş bi rêya DAIŞ’ê yên ser li bajarê Kobanê dewam kir. Êriş ne tenê ezmûneke leşkerî bû, lê belê hewldanek ji bo şikandina îradeya gelên herêmê û statûye Rêveberiya Xweser bû. Tevî dijwariya êrişan gelên herêmê gav şûnde navêjin, lê di nava dijwariya şer de statuya xwe pêş xist û îsbat kirin ku projeya Rêveberiya Xweser a ku rewabûna xwe ji îradeya gel û hevgirtina wê digire zindî ye û li ber xwe dide.

JI BERXWEDANÊ BER BI SEPANDINA MODELA DEMOKRATÎK A PIRRENGÎ VE

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de, gelên herêmên bang li YPJ, YPG û QSD’ê kirin ku wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. li ser vê bangê YPJ û YPG’ê bajarê Minbicê di Tebaxa 2016’an de, bajarê Reqayê di Cotmeha 2017’an, herî dawî jî 2017 û di sala 2018’an de beşên mezin ji Dêrazorê rizgarkirin.

Bi berfirehbûna qada rizgarkirinê re, rêveberiyên xweser bû 7 herêmê; Cizîrê, Efrîn, Firat, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê. Di 6’ê Tîrmha 2018’an de Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di kongreya xwe ya 3’yemîn de girîngiya avakirina rêveberiyeke yekbûyî destnîşan kir. Li ser vê yekê di 6’ê Îlona heman salê de komîteyek amadekar ji 70 endaman hat avakirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin ku ji Meclisa Giştî, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk tê.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê felsefeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan wekî çareserî ji aloziyên herêmê re pêşkêş kiriye, pejirandiye, ji destpêka damezirandinê ve, hewl dide sîstemeke rêveberî ava bike ku temsîla adilane ya tevahî pêkhateyan mîsoger bike, jiyana aştiya navxweyî pêş bixe û tevlêbûna gelan esas digre. Tevî arîşeyan jî Rêveberiya Xweser ku altrnatîf a demokratîk a ku hêviyên gelên herêmê îfade dike, pêşketina xwe berdewam kirin. Ji van arîşeyan, êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê (Çileya 2018’an) û êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî (Cotmeha 2019’an) ne.

NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER

Tevî êrişên leşkerî, zextên siyasî û dîplomasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana xwe, helwesta xwe ya demokratîk û kombûna gelên herêmê ya li dora xwe xwe di qada navneteweyî de îsbat kir. Ev serkeftin di aliyê naskirina statûya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bandorek mezin çêkir. Yekem car Parlamentoya Herêma Xwesar a Katalonya ya girêdayî Spanyayê di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê (20`ê Cotmeha 2021) de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas kir.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û HEWLDANÊN KIŞANDINA ÎRADEYA GEL

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2022’an de êrişên dijwar anîn ser herêmê. Di êrişan de binesaziya herêmê; navendên avê, firne, cihên petrol, gaz, ceyranê, kargeh û navendên xizmetguzariyê kirin hedef. Êriş parçeyek ji stretajiya bêçarekirina civakê û şikandina îradeya gel û jiholê rakirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû.

Di salên 2022 heta 2024’an de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmî bi hemû dijwariya xwe dewam kir. Lê gelê herêmê bi biryardarî li dora saziyên xwe kom bûn û bi baweriya ku îrade ji alava şer bihêztir e, projeya xwe ya demokratîk parast.

DÛRYAYÊN DÎROKÎ YÊN PÊŞXISTINA RÊVEBERIYA XWESER

Di 12`ê Kanûna 2023`yan de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevpeyaman Civakî erê kir.  Hevpeymana Civakî wekî destûrek sivîl ku jiyana siyasî û civakî ya herêmê bi rêxistin dike, rêgezên Edalet, wekhevî û pirrengiyê disepîne. Ev serekftina dîrokî wekî tacdarkirina têkoşîna demdirêj a gelên herêmê rêveberiya ya dûrî navendîbûn û dûrxistinê îfade dike. Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandinê ve projeyeke demokratîk e ku mafên pêkhateyan, di serî de gelê Kurd ji siyastên paşguhkirin û înkarê diparêze.

Rêveberiya Xweser gelek hewldan kirin ku hikumeta Şamê ya Beşar Esed ber bi diyaloga ve gavên erinî bavêje.

Lê rejîma Baasê bi hişmendiya xwe ya serdest ve girêdayî ma. Rûxandina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de nazikbûna avahiya navendî û dirûstbûna projeya demokratîk piştrast kir

Di 27’ê Mijdara 2024’an Heyet Tehrîr El Şam êrişî bajarê Helebê kir ku heya niha paşxaneyên wê ne zelal in, di 12 rojan de xwe gihand Şam û rejîm rûxand.

Dewleta Tirk a dagirker sûd ji vê rewşê girt û bi rêya çeteyên xwe êrişên Şehbayê kirin. Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel ji komkujiyan, şênî ji wan herêman derxistin.

Tevî rûxandina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê nesekinîn. Dewleta Tirk hewl da sûdê ji valahiya siyasî bigire û projeya Rêveberiya Xweser ji holê rake. Lê QSD’ê bi piştgiriya îradeya gel, berxwedaneke mezin li hemberî van êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedan û encamê vê berxwedanê de dewleta Tirk a dagirker neçar me gav pasta avetin.

Di sala 2025 a îsal di 10’ê Adarê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi armanca rêxistinkirina têkiliyên herdu aliyan û garantiya istiqrara herêmên dagirkirî peymanek ji 8 bendan îmze kir. Lê heya niha hikumeta veguhêz bendên peymanê bi cih neanîne, ev yek jî derfetên çareseriya siyasî lawaz dike û siberoja welat bi hesabên teng ve dihêle.

ÎRADEYA SÛRIYEYAN Û MODELA AVAKIRINA SÛRIYEYA SIBEROJÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye modelek ku hêviya piraniya gelê Sûriyeyê îfade dike. Gelê herêmê, Rêveberiya Xweser wekî projeya herî guncaw ji bo avakirina Sûriyeya nû, demokratîk, pirrengî û nenavnedî dibînin ku dawî li serdema despotîzm û hegemoniya navendî tîne.

Bê guman tevgerên siyasî, rêxistinî û dîplomasî ku li Siwêda û peravê rû didin, îsbata herî ber bi çav a berfirehbûna bandora vê modelê ye. Baweriya gel bi girîngiya pejirandina vê rêveberiya  xwe dispêre nirxên edaletê, beşdariya wekhevî a dûrî dûrxistin û mezhebperastiyê, zêde dibe.

Rêveberiya Xweser êdî ezmûneke xwecih di erdîngariyekê de sînordar nemaye, lê bûye çarçoveyeke siyasî û civakî ku ji Sûriyeyên li herêmên cûda re bûye îlham. Ev model dîtineke realist ji bo Sûriyeyê siberojê pêşkêş dike ku welat bi îradeya gel ne bi destwerdanên derve were birêvebirin.

(bb)

ANHA