Şêniyên Hesekê 5 şehîdên Hesekê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Hesekê 5 şehîdên QSD`ê oxir kirin. Şêniyan destnîşan kir ku wê heta dawiyê li ser şopa her 5 şehîdan projeya biratiya gelan biparêzin û ji hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de baldar bin.

7 sibat, 2024   12:38
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Hesekê tev li merasîma oxirkirina 5 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.

Di merasîma oxirkirinê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî axivî û got: "Bi saya fedakariyên şehîdan mîna Demhat, Gelhat, Emmar, Zagros Kelase û Omer gelê herêmê gelek destkeftî bi dest xistin. Şehîdan ji bo têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de caê xwe feda kirin."

Fatme gelê herêmê û dayîkên 5 şehîdan silav kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Serhed Tirbespiyê bi navê QSD`ê axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û soz  da ku rêya wan û tevahî şehîdên azadiyê berdewam bikin.

Serhed destnîşan kir ku şehîdan rastiya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan îsbat kir, bi têkoşîna xwe hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têk bibin ku dixwazin fitneyê di nava pêkahteyên Dêrazorê de derxin.

Her wiha Serhed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku nekarî planên xwe yên li Dêrazorê pêk bîne, serî li êrişkirin û hedefgirtina binesaziya herêmê da.

Serhed di axaftina xwe de soz da malbatên şehîdan ku tola wan hilînin û herêmê ji tevliheviyê biparêzin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê wesîqeyên şehadetê yên her 5 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştî wê girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

(şx)

ANHA