4 leşkerên hikumeta Şamê li gundewarê Derayê hatin kuştin

Çekdarên nenas, li ser rêya navneteweyî ya Şam-Derayê leşkerên hikumeta Şamê guleberan kirin. Di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

4 leşkerên hikumeta Şamê li gundewarê Derayê hatin kuştin
7 sibat, 2024   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa çekdarên nenas de li ser rêya Şam-Derayê li nêzî bajarokê Um Niyazin ê rojhilatê Derayê, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih, çekdaran rasterast gule li koma hêzên hikumeta Şamê berandine û cenazeyên leşkerên hatine kuştin ji nexweşxaneya Watanîy a li bajarê Derayê re hatine rakirin, Her wiha diyar kirin ku hêzên leşkerî û ewlehiyê ketine seferberiyê.

Radyoya ŞAM FM ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên xwecih ji Derayê ragihand ku di êrişeke çekdar de li dijî nuqteyeke leşkerî li nêzî pira Um El Miyazin ê rojhilatê Derayê, gelek leşker hatine kuştin.

Ajanseke Rûsyayê jî got: "Komeke terorîstan êriş nuqteyeke leşkerî ya Firqeya 15 a Artêşa Sûriyeyê ku li nêzî bajarokê Um El Miyazin ê bakurê sînorên Sûriye-Urdinê ye, kiriye."

(şx)