Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin

Şêniyên Hesekê şervanên YPG`ê şehîd Mihemed Mano û şehîd Beşar Mihemed ên ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, oxir kirin.

Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên YPG`ê oxir kirin
19 sibat, 2024   15:36
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, nûnerên meclisên sivîl, leşkerî li pêşiya morga li Hesekê kom bûn û cenazeyên şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kaya Amed (Mihemed Mano) û Leheng Qendîl (Beşar Mihemed) ên li kantona Tebqayê şehîd bûne, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşar Koş axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Agirî Hesekê jî axivî û di kesayeta her du şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bi şopandina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan, dê tevahî komployên dagirkeriyê têk biçin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Silo wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel her du şehîd spartin axê.

(şx)

ANHA