Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin

Gelê Dêrikê û navçeyên wê şervana YPJ'ê Zîn Jînda oxir kir û got şehîdan ji bo parastina welat û gelê xwe canê xwe feda kir û ew ê jî li ser rêça wan bin.

Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
Şehîd Zîn Jînda hate oxirkirin
19 sibat, 2024   15:34
NAVENDA NÜÇEYAN

Gelê Dêrikê û navçeyên wê, endamên saziyên sivîl, ji bo oxirkirina şervana YPJ'ê Behiye Ebid El Mecîd (Zîn Jînda) ku li Tebqayê şehîd bûye, berê xwe da pakrewangehê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Elî di merasîma oxirkirinê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û diyar kir ku şehîd Zîn di nava malbatekê de gelek şehîd ji bo şoreşê dane, mezin bûye.

Endamê Kongreya Îslamê Demokratîk Mahsûm Dêrşûy jî got şehîdan ji bo parastina welat û gelê xwe can daye, divê ew jî li ser rêya wan berdewam bikin.

Her wiha endama Hêzên Parastina Civakî Zeyneb Xelîl jî ji bo xurtkirina berxwedanê û serkeftinê bang kir.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(eg)

(eg)