2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di êrişên şaneyên DAIŞ`ê û çekdaran de 2 leşkerên hikumeta Şamê li Dêrazor û Himsê hatin kuştin.

2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
19 sibat, 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh di şerê hêzên hikumeta Şamê û şaneyên DAIŞ`ê û êrişa çekdaran de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

SOHR`ê aşkera kir ku yek ji wan efser bû û li çolistana Palmîrayê hatiye kuştin û yê din endamê Dîfa Watanî ye ku ji gundê Um El Meys ê navçeya Hedîde ya rojavayê Himsê ye û li herêma Sexne hatiye kuştin.

(şx)