Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin

Şervanê QSD’ê Hebûn Rojava (Ebdulkerîm Biro) û endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fayîz El Hemze bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hatin oxirkirin.

Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîd oxir kirin
6 ÇILE, 2026   14:25
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê QSD’ê Hebûn Rojava (Ebdulkerîm Biro) ku 3’yê vê mehê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû û endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fayîz El Hemze yê ku 4’ê vê mehê jî dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, merasîma cenaze li Pakewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef axivî û diyar kir ku keda şehîdan û berdêlên ku dane bingeha jiyana îroyîn e û sedema jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ye.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku sala 2025’an sala berxwedan û berdêlan bû. Selmo bal kişand ser berxwedana bendava Tişrînê jî û got: "Berxwedana bendava Tişrînê peyama bi îradeya gel û berdêlan dê planên li dijî herêmên me têk biçin da dijmin û tevahiya cîhanê."

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşman spartin axê.

(b)

ANHA