Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa (Demhat Qiçî) li Helebê merasîmek hat lidarxistin.

Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa li Helebê hat bibîranîn
6 ÇILE, 2026   14:54
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayê HPG’ê Birûsk Şêrawa (Demhat Qiçî) yê ku 21’ê Sibata 2025’an de li herêma Zapê şehîd bûbû, merasîmek li dar xist. Merasîm li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi sedan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Newal Mihemed axivî û got, gelê ku îradeya xwe ji şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan digire dikare planên pergalên faşîst têk bibe û aştiya civakî pêk bîne.

Newalê di daxaftina xwe de bal kişand ser rola gerîlayan di parastina nasnameya kurdî û nirxên jiyana hevbeş de.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hemze Heleb jî anî ziman ku gerîlayên li çiyayên Kurdistanê mînakên şoreşgerên azadiyê ne. Her wiha got Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê şopdarên rêya şehîdan bin ta welatekî demokratîk ava bibe.

Hemze Heleb diyar kir ku ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya siyasetên bi armanca şikandina îradeya gel de têne kirin.

Bi navê malbata şehîd Birûsk, Ehmed Ebdo jî jî axivî û anî ziman ku asta ku gel îro gihiştiye berhemên keda şehîdan e. Ebdo got ew bi şehadeta Birûsk serbilind in û dê şopdarên rêya wî bin.

Piştre nasnamaya şehîd Birûsk hat xwendin û radestî malbata wî hatin kirin. Di dawiyê de girseyê sersaxî da malbata şehîd û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(b)

ANHA