Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Şêniyên Dêrikê bi meşekê êriş û ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi gelê her du taxan re nîşan da.

Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrikê ambargo û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
6 ÇILE, 2026   14:13
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Dêrikê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê li hember ambargo û êrişên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li sûka navendî dewam kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êriş û ambargoyê hatin berzkirin. Her wiha pankartên "Em dixwazin ewle vegerin Efrînê", "Na ji terorê re, erê ji azadiyê re", "Korîdorên mirovî vekin" û "Sûriyeya nenavnedî ji bo her kesî " hatin vekirin.

Meş li pêşiya navenda Kongra Star rawestiya û deqeyekê rêz hat girtin. Li vir bi navê koçberên Efrîn û Şehbayê Henan Seydo axivî. Henan Seydo di axaftina xwe de anî ziman ku  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve jêderên berxwedanê ne.

Seydo diyar kir ku beşdar ambargo şermezar dikin û diyar kir ku daxwaza wan a yekane aştî û jiyaneke heveş di navbera hemû pêkhateyan de ye. Seydo di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe bi gelê her du taxan re anî ziman û got: "Berxwedan jiyan û serketin e."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

(b)

ANHA