Şêniyên Dêrazorê: Tevî êrişan jî em ê bi ser bikevin

Şêniyên kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê şermezar kirin û got ew bi doza xwe bawer in û dê bi ser bikevin.

Şêniyên Dêrazorê: Tevî êrişan jî em ê bi ser bikevin
27 ÇILE, 2024   05:35
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Endama Komîteya Jinan a Kantona Dêrazorê Sena El Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Ew dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe. Lê bila baş fêm bike ku bi hedefgirtina sazî û navendên stratejîk û xizmetguzariyê nikare vîna me bişikîne."

Endamê Komîteya Lihevanînê ya Desteya Edaleta Cviakî Elî El Ehmed jî bang li hêzên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, dawî li van êrişên hovane bînin û got: "Dewleta Tirk dixwaze binesaziya herêmê wêran bike."

El Ehmed got li hember van êrişan, wê têkoşîn û hevgirtinê xurttir bikin û wiha anî ziman: "Tevî zehmetiyan jî, em xwedî hêz û vîn in ku bikarin serkeftinê bi dest bixin."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin ku ji 13`ê Çileyê ve zêdetir kir û 80 navend û saziyên xizmetguzarî û aborî li herêmê bombebaran kirin û 20 stasyonên enerjiyê, navenda yekane ya derxistina kehrebeyê wêran kirin.

(şx)

ANHA