Bi çalakiya xwe ya fedaî mohrek li rûpelên şoreşê da: Avesta Xabûr

Ji bo rêzgirtina fedakariya Avesta Xabûr şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê asta berxwedana xwe bilind dikin.

Bi çalakiya xwe ya fedaî mohrek li rûpelên şoreşê da: Avesta Xabûr
27 ÇILE, 2024   03:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîra Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navên jinên têkoşer ên ku mîraseke mezin ji berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hiştine, tijî ye. Wan têkoşeran navên xwe di rûpelên dîrokê de mayînde kirin, ji wan jinan şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Avesta Xabûr e, ku wek vê rojê (27'ê Çileya 2018'an) di encama çalakiyeke fedaî li dijî artêşa Tirk a dagirker li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî de şehîd bû.

Di 20'ê Çileya 2018'an de artêşa Tirk a dagirker li dijî bajarê Efrînê êrişek pêk anî. Li hember wê êrişê gelê Efrînê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û YPJ'ê berxwedaneke efsaneyî dan meşandin. Berxwedanê 58 rojan dom kir ku tê de gelek destanên lehengiyê hatin nivîsandin, ji wan jî çalakiya şehîd Avesta Xabûr bû.

Di şeva 7'emîn a Berxwedana Serdemê de Avesta Xabûr bi bombeyeke destan tankeke artêşa Tirk a dagirker tev leşkerên tê de teqand. Bi vê çalakiyê Berxwedana Serdemê derbasî qonaxeke nû bû û Avesta Xabûr şehîd bû. Zelûh Hemo (Avesta Xabûr) di 1998ˊan de li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji dayik bû û mezin bû. Avesta keça Efrînî ye.

Ji bo bîranîna wê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê di 31'ê Çileya 2018'an de goristanek bi navê şehîd Avesta Xabûr ava kir û tê de bi sedan şehîdên Berxwedana Serdemê ji leşker û sivîlan hatin veşartin. Ew gotistan bû yekemîn goristana şehîdan a bi navê şervaneke jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê belê artêşa Tirk a dagirker ew goristan di Tebaxa 2018'an de wêran kirin û ew goristan bi zanabûn veguhast bazara pez da ku pîroziya goristanan bin pê bike.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember van kiryarên dermirovî pabendiya xwe bi şopa şehîdan nîşan dan. Gelek perwerdeyên îdeolojî û leşkerî bi navê şehîd hatin vekirin, her wiha Desteya Perwerdeyê ya kantona Kobanê dibistanek bi navê şehîd Avesta vekir û li Qamişlo jî parkek bi navê wê hat vekirin. Her wiha navê şehîd li Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê hat kirin û bi dehan malbat navê şehîd Avesta Xabûr li keçên xwe kirin.

Gulnaz Îbrahîm a ji bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê li ser mijarê axivî û wiha got: "Em li ser mîrasa têkoşînê ya şehîdan dijîn, ji ber wê jî min navê şehîd Avesta li keça xwe kir. Ji ber ku ew bûye hêviyek ji bo me. Şehîdên me nemir in, li ser vê esasê jî min keça xwe mezin kir da ku em ji cîhanê re piştrast bikin ku em gelekî berxwedêr in û mîrasa têkoşînê derbasî zarokên xwe dikin."

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek vê rojê, her sal şehîd Avesta Xabûr bi çalakiyên cûrbecûr bi bîr tînin.

(mh)

ANHA