Jinên li Siwêdayê rexneyên tund li ‘Danezana Destûrê’ kirin

Çalakvanên jin li Siwêdayê “Danezana Destûrê” ya desthilata Şamê bi tundî rexne kir. Jinan diyar kir ku dê bandora wê ya neyînî li ser dadweriyê, mafên jinan û mafên civakên Sûriyeyê hebe.

Jinên li Siwêdayê rexneyên tund li ‘Danezana Destûrê’ kirin
22 adar, 2025   05:15
SIWÊDA

Çalakvanên jin ên li Siwêdayê ji ajansa me re der barê Danezana Destûrê ya desthilata Şamê de axivîn û bandora wê ya neyînî yên li ser dadweriyê, mafên jinan û mafên civakên Sûriyeyê nirxandin.

Endezyara çandiniyê Dîna Derwîş dilgiraniya xwe têkildarî nebûna dîtineke zelal di destûra nû de anî ziman û tekez kir ku jin ne hewceyî mineta te kesî ne, ji ber ku jin beşa bingehîn a civakê ne û “civak nikare bi lingekî bi rê ve here”.

Dîna Derwîş bang kir ku rola jinan di destûrî de bi hêz bibe û di avakirina dewleteke dadmend û demokratîk de bi awayekî aktîf beşdar bibin.

Asala Aslan a rêvebira Kar û Barên Jinan a Siwêdayê diyar kir ku Danezana Destûrê ya desthilata Şamê, jinan ji sedî 80 paşguh dike û ev yek jî nîşana paşketine mezin a mafên jinan e.

Çalakvana bi navê Şirûq El Ebdela jî dilgiraniya xwe li hember Danezana Destûrî anî ziman û da zanîn ku dûrxistina jinan rê li ber pêkanîna armancên wan ên civakî digire û wan ji rola wan a girîng a di avakirina siberoja Sûriyeyê de bê par dihêle.

Her sê çalakvanan li ser girîngiya guhertina destûrê hemfikir in, da ku hemû netewe, ol û mezheban bihewîne û dadmendî û wekheviyê ji bo hemû sûriyeyiyan pêk bîne.

(k)

ANHA