Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê bi boneya 8`ê Adarê meşiyan. Şêniyan destnîşan kir ku jinan di 8`ê Adarê de yekemîn gavên xwe ber bi edalet û wekheviyê avêtin.

Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo 8`ê Adarê meşiyan
29 sibat, 2024   15:49
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê li ser bangewaziya Kongra Star meşiyan.

Meşê ji pêşiya Çerxerêya Jinan a li rojhilatê navçeyê dest pê kir. Jinan cil û bergên gelêrî li xwe kirin û pankartên "Bi vîna jina azad em siyasetên qirkirinê, dagirkirinê û tecrîdê bi dawî bikin" hildan.

Li naverasta navçeyê meş rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama rêveberiya Komîteya Dibistanan a navçeyê û endama Kongra Star Nezha Seyfudîn axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Dêrikê şermezar kir. Her wiha ev roj li jnan pîroz kir.

Nezheyê wiha domand: "Jinan di 8`ê Adarê de gavên xwe yên yekemîn di rêya pêşketinê û bidestxistina, edalet û wekheviyê de avêt. Rêber Abdullah Ocalan jî, jin di civakê de kirin pêşeng û fermandar."

Nezhe Seyfûdîn êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û êrişa wê ya dawîn a li dijî Dêrikê şermezar kirin û bang li gel kir ku li hember êrişan bibin yek.

(şx)

ANHA