Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cihereng bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re hatin lidarxistin. Li hin herêman dar hatin çandin û li hin bajaran jî semîner hatin dayîn.

Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
Çalakiyên cihêreng ên 8`ê Adarê
29 sibat, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Her sal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev roj bi lidarxistina çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin. 

Di vê çarçoveyê de komeke jinan bi hevkariya endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin li ser bangewaziya Kongra Star a navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê 90 darên xurman li dora Goristan Şehîdan a navçeyê çandin.

TEBQA

Li Tebqayê jî, li ser bangewaziya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, jinan pankartên "Bi vîna jina azad em siyasetên qirkirinê, dagirkirinê û tecrîdê bi dawî bikin" li Çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb, têketin û derketina bajêr daliqand.

Her wiha Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Minbicê dirûşma Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li têketin û derketina bajêr, ji çerxerêya Sebi Behrat heta çerxerêya Şehîdan, çerxerêya Jinan, naverast, başûr û rojhilatê bajêr daliqand.

TIL HEMÎS

Kongra Star a navçeya Til Hemîsê têkildarî sedema diyarkirina 8`ê Adarê wek rojeke jinan a cîhanê li Navenda Çand û Hunerê semînerek li dar xist. Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Qamişloyê Arîn Osman semîner bi rê ve bir.

Arînê diyar kir ku divê jin têkoşîna xwe di rojekê de sînordar nekin, têkoşînê mezintir bikin, ji bo ku xwe pêş bixin û armancên xwe pêk bînin.

Arîn wiha domand: "Di vê rojê de, em soza berdewamkirina têkoşînê heta ku mafên xwe bi dest bixin û zîhniyeta zayendperest biguherînin, didin hevalên xwe."

Arîn destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi pêşkêşkirina îdeolojiya rizgariya jinan û naskirina rastiya xwe ya veşartî, ev roj li jinan pîroz kir.

Endama Rêveberiya Kongra Star a Qamişloyê Rûdîn Osman jî ev roj li jinan pîroz kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan rolek di avakirina kesayeta xurt a jinan de lîst û rê da wê ku ji zilm û koletiya zîhniyeta baviksalarî xilas bibe."

Rûdîn destnîşan kir ku roja 8`ê Adarê roja azadiya jinan tev da ye û ji bo avakirina civakên azad û demokratîk divê têkoşînê berdewam bikin.

(şx)

ANHA