Li Heleb û Şehbayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezakirin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê şermezar kirin û diyar kir ku gelê herêmê dê bi biryardarî destkeftiyên şehîdan biparêze.

Li Heleb û Şehbayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezakirin
29 sibat, 2024   15:44
HELEB
MIHEMED EBDO

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û êrişa li ser bajarê Dêrikê ku di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn, bi daxuyaniyekê şermezar kir. 

Cîgira hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan Arîn Henan daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê xwend. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl û partî tev lê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin ku li dijî pîvan û peymanên navneteweyî ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku gel dê bi biryardarî dsetkeftiyên şehîdan û projeya demokratîk a li herêmê biparêze.

ŞEHBA

Di heman çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya kampa Serdem a li navçeya Ehdas daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember wê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev êriş li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser in û divê tevahî pêkhate cihê xwe di parastina herêmê de bigirin.

(şx)

ANHA

HELEB