Şêniyê bi navê Îsmaîl Fattah li Tirbespiyê kuştî hate dîtin

Cenazeyê şêniyê bi navê Îsmaîl Fettah li başûrê bajarê Tirbespiyê li nêzî rêya navneteweyî hate dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Şêniyê bi navê Îsmaîl Fattah li Tirbespiyê kuştî hate dîtin
20 ÇILE, 2025   13:30
QAMIŞLO

Cenazeyê şêniyê bi navê Îsmaîl Fettah ku endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê yê Girkê Legê ye, li xaçerêya gundê Bence yê dikeve başûrê bajarê Tirbespiyê li nêzî rêya navneteweyî kuştî hate dîtin.

Li gor agahiyên nûçegihanê ajansa me, Dozgeriya Giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo lêkolînê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.

Li gorî agahiyan, berî 3 rojan têkiliya bi Îsmaîl Fettah re qut bûye.

(k)