Ji gelê Firatê peyama ‘Em aştiyê mîsoger bikin’

Şêniyên kantona Firatê diyar kir ku ew ê li hemberî her cure qirkirin û komkujiyê li ber xwe bidin û ev peyam da "Slogana me aştî ye, em ê aştiyê li bendava xwe jî mîsoger bikin."

Ji gelê Firatê peyama ‘Em aştiyê mîsoger bikin’
20 ÇILE, 2025   13:27
KOBANÊ

Gelê kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, li ber Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa PYDˈê ya kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişên li ser bendava Tişrînê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Armanca me ya çûna Bendava Tişrînê ew e ku em bikarin bendava xwe ji hemû cure êrişan biparêzin. Şervanên me li wir li ber xwe didin û bi rola xwe ya exlaqî û parastinê radibin. Em jî li wir bûn û me parastina bendava xwe kir. Lê dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hov li konvoya gel a li bendavê xist û şehadet çêbûn û bi dehan kes jî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: “Ew qasî komkujî tê kirin, lê civata navneteweyî çavê xwe kor kiriye. Her kes li hemberî van êriş û komkujiyan bê deng û bê bersiv e. Bendava me di xetereyê de ye. Divê em bendava xwe biparêzin. Slogana gelê me silogana azadiyê û aşitiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker ji 2014`an ve êrişî destkeftiyên gelan dike û dixwaze tola DAIŞˈê hilîne û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan, bi balafirên şer bi rengekî hov êriş dike. Di kîjan qanûnên cîhanê de ev yek tê qebûlkirin ku gelê me bên armancgirtin? Dayik û bav zarokên xwe yên hîna nameşin li pey xwe hiştine û şehîd dibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û ev peyam hate dayîn: "Em ê her hebin û em hene. Slogana me aştî ye. Em ê li bendavê jî aştiyê miosger bikin.”

(sş/bb)

ANHA