Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo sewalan dest bi depokirina kayê kiriye û amadekariya demsala zivistanê dikin. 

Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
Şêniyan dest bi depokirina kayê kiriye
8 tîrmeh, 2026   06:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî ku demsala çinînê ya genim û ceh bi dawî bû, şêniyên herêma Cizîrê û bi taybet herêma Aliyan a Çilaxayê dest bi komkirina kayê kir. Şênî kayê ji bo êmê sewalan bi kar tînin. Her wiha demsala payîzê ji bo seyandina xaniyan didin bikaranîn.

Di vê pêvajoyê de barê herî giran li ser milê jinan e. Jin serê sibehê diçin nava zeviyên xwe û kayê kom dikin. Piştre kayê dibin malê û ji bo zivistanê di xaniyên axî de depo dikin.

Îsal ji salên berê zêdetir ka heye lê ji ber mazot, heqê deraseyan û destheqê karkeran biha ye, dîsa barê şêniyan giran dibe.

Mihyedîn Şêx Tahir ê ji gundê Xirbê Cihûwa ê Çilaxayê got ez sewalan xwedî dikim û salane pêdiviya min bi 30 ton ka heye û wiha pê de çû: "Em kayê ji bo gelek karan bi kar tînin, lê heyanî xwediyê deraseyan kayê çêdikin, gelekî biha ye. Toneke kayê bi milyon û 500 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Derase jî 40 dolarê amerîkî ji me digirin û heqê destê karkeran jî heye. Jixwe bermîleke mazotê bi 180 dolarî ye."

Tahir ji aliyên têkildar xwest destekê bidin qada çandiniyê û buhayê sotemeniyê kêm bikin.

(np)

ANHA