Îlham Ehmed: Divê jin karibin xwe û civaka xwe biparêzin

Îlham Ehmed a bi rêya dîmenek ji Sempozyoma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê hate lidarxistin re şand got: “Di roja me ya îro de yekitî navxwe û rêxistinkirina civakê ji hemû tiştî girîngtire. Hemû hewldanên jinan a di warê leşkerî de ewe ku nûnertiya xwe bi xwe bike.”

Îlham Ehmed: Divê jin karibin xwe û civaka xwe biparêzin
7 tîrmeh, 2026   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed bi rêya dîmenekê ku ji bo Sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, peyamek da.

Îlham Ehmed anî ziman ku ji bo mafê Kurdan û jinan di destûrê de bê mîsogerkirin dest bi pêvajoyeke ya entegrasyonê hatiye kirin û got: “Niha pêvajo dewam dike. Niha nakokî li ser pirsa entegrasyona jinan û taybet hêza jinan heye. Rê ji bo jinan nayê dyaîn ku di nava anvendên biryardariyê hebin. Ev jî wê nîşan dide ku jin weke amûrekê tê bikaranîn, ne wek îrade û nûnertiya xwe bike ku tevlî biryarên startejîk bikin.”

Îlham Ehmed bal kişands ser nêzîkatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriye û hişmendiya mêrsalarî û wiha domand: “Hemû hewldanên me ewe ku li herêmên xwe jin nûnartiya xwe bike, bi taybet di warê leşkerî de bikare xwe û civaka xwe biparêzin.”

Îlham Ehmed qala yekitî û yekbûna navxwe jî kir û wiha domand: “Tişta ku niha herî girîng yekitiya navxwe û rêxistinkirina civakê ye. Jin jî dikare ji aliyê xwe ve di vê çarçoveyê de xwe rêxistin bike. Kurd dînamîka demokratîkkirina Sûriyeyê ne. Jin dikare pêşengtiya vê rêxistinê bike û dikare yekitiya netewî jî pêk bîne.”

Herî dawî jî Îlham Ehmed ev peyam da: “Xeteriyên mezin hene, divê bi yekitiyê bê derbaskirin û mafê me di destûrê de bê mîsogerkirin.”