Silêman Ehmed 210 roj e winda ye

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin 210 roj e agahî nayê girtin.

Silêman Ehmed 210 roj e winda ye
21 gulan, 2024   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

210 roj e rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû ku wan çend caran ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kiribûn lê Asayîşa Dihokê hevdîtinê asteng dike.

Parêzer Narîman Ehmed Reşîd destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: "Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne."

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsşd a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 210 roj e agahî jê nayên girtin.