Berxwedana girtiyên azadiyê ket di  roja 177’an de

Berxwedana girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana girtiyên azadiyê ket di  roja 177’an de
21 gulan, 2024   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk di roja 177’an de didome.

Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxwaza wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên azadiyê di 12’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar dabûn ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê Nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşandibûn û ragihandibûn ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di roja 177’an de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.