Komkara Erebî cezayên li ser Sûriyeyê rakirin

Piştî 15 salan Komkara Erebî cezayên siyasî, aborî û civakî yên li ser Sûriyeyê rakirin, lê qedexe ye ku rayedarên berê derkevin derveyî Sûriyeyê û mal û milkên wan hatine cemidandin.

Komkara Erebî cezayên li ser Sûriyeyê rakirin
8 îlon, 2026   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Komkara Erebî di kombûyîna wezîran a 166`an de biryar da ku cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Di biryarê de hatiye gotin hemû cezayên siyasî, aborî, civakî yên li ser Sûriyeyê têne rakirin.

Biryara rakirina cezayan ji bo rayedarên berê ne derbasdar e û dê qedexe be ku derkevin derveyî Sûriyeyê û mal û milkên wan hatine cemidandin.

Meclisê komkarê ji Meclisa Aborî û Civakî daxwaz kir ku biryara rakirina cezayan li ser Sûriyeyê bişopîne.

Komkara Erebî piştî aloziya Sûriyeyê di Mijdara sala 2011`an de hikumetê berê ya Sûriyeyê ji aliyê aborî û civakî ve ceza kiribû.

(np)