Xelkê Helebê ji bo Rêber Abdullah Ocalan daket qadan
Bi sedan şêniyên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina tecrîdê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e" meşiyan.
Ji bo şermezarkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî têne lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek li dar xist.
Şênî li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan hildan û heta taxa Eşrefiye meşiyan.
Li ber çerxerêya Zeytûnê meş rawestiya û veguherî mitingê. Li wir, bi navê Meclisa Jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka Mala Êzidî ya Helebê Rûşîn Mûsa û endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş axivîn.
Her du axêveran destnîşan kir ku desthilata Tirk siyaseta înkarkirin û tecrîdê didomîne da ku nehêle parêzer û malbat Rêber Abdullah Ocalan bibînin.
Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi cezayên dîspilînê pîvan û qanûnên navneteweyê binpê dike.
Her duyan projeya Rêber Abdullah Ocalan bi projeyeke demokratîk wesifand ku mifteya çareserkirina pirsgirêkên li herêmê û cîhanê ye.
Di dawiyê de her duyan "xiyaneta malbata Barzanî" û hevkariya wê bi dewleta Tirk re di şerê li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku ev hevkarî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.
(şx)
ANHA