Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin

Şervanê HRE’ê Diyar (Mihemed Beyrem Ereb) bi merasîmeke biheybet li Reqayê hat oxirkirin.

Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar bi girseyî hat oxirkirin
10 tîrmeh, 2025   15:52
REQA

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Diyar (Mihemed Beyrem Ereb) ku 8’ê Tîrmehê li Reqayê ji ber krîza dil şehîd bûbû, îro bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin.

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê tevî şêniyên Reqayê beşdarî merasîmê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê ya kanotna Reqayê pêk hat.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî ya HRE’yê dest pê kir. Piştre Hevserokê Desteya   Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd axivî. El Hemûd di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi hestên bi êş, tevî rûmet û serbilindiyê li vir sekinîne. Em şehîdekî oxir dikin li hemberî zaliman sekinî ta gihişt asta şehadetê. Em soz didin ku em dê heya serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin."

Ji fermandarên HRE’yê Ciwan Elî jî axivî û got: "Vegera me ya li Efrînê nêzî bûye. Îro em li ser xeta siyasî, ne ya leşkerî kar dikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heya dilopa dawîn a xwînê rêça wan bidomînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Diyar hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat definkirn.

(bb)

ANHA