Şewata li Laziqiyê belav dibe

Tevî ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh ragihandibû ku şewatên li çiyayên Laziqiyê bi temamî kontrol kirine, lê şewatê Girê 45 ê stratejîk jî da ber xwe.

Şewata li Laziqiyê belav dibe
10 tîrmeh, 2025   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li gundewarên Laziqiyê şewat derket. Ji ber bayê dijwar şewat berfireh bû û Girê 45 ê stratejîk jî da ber xwe û şewat ji kontrolê derketiye.

Karwanek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sibeha roja çarşemê ji bo piştevaniya vemirandina şewatan ber bi peravê ve çûbû, piştî ku hikumete veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku şewat hat kontrolkirin, karwanê piştgiriyê yê Rêveberiya Xweser beriya ku bigihêje cihê şewatê, vegeriya herêmê.

(bb)