Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Xemgîn Amûdê (Mahîr Hebîb) ku 7’ê Hezîrana 2020’î di berxwedana li herêma Avaşîn de şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
Şehîd Xemgîn Amûdê hat bibîranîn
8 hezîran, 2024   15:55
QAMIŞLO

Ji bo gerîlayê HPG’ê Xemgîn Amûdê yê ku 7’ê Hezîrana 2020’î di berxwedana li herêma Avaşîn  de şehîd bûbû, merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm li mala şehîd a li gundê Sinceqa Sadûn bi beşdariya şêniyên bajar û gundên wê pêk hat.

Di merasîmê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cûlî, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Bîco, endama rêveberiya Kongra Star Mura Zoro, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Umran Ehmed û endamê rêveberiya Meclisa bajarokê Sinceqa Sadûn Ebdurehîm Şakir axivîn.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbata şehîd Xemgîn re xwest û têkoşîna şehîd a di nava refên gerîla de vegotin. Hate gotin, ewlehiya li herêmê berhema keda şehîdan e.

Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û soza domandina xeta şehîdan û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd Xemgîn hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

 (şx)

ANHA