Li Efrînê bûyereke din a sosret: Bazirganiya bi milkên koçberan 

Kesên ku li bajarê Efrînê yê dagirkirî hatine bicihkirin bazirganiyê bi mal û milkên koçberan dikin û daran dibirin.

Li Efrînê bûyereke din a sosret: Bazirganiya bi milkên koçberan 
8 hezîran, 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku 6`ê Hezîranê kesek ji başûrê Helebê ku ji aliyê dagirkeran ve li Efrînê hatiye bicihkirin, mala şêniyê bi navê Îsam Hisên firotin kesekî din. Li gorî çavkaniyan mala Îsam Hisên ê ji gundê Enderiyê yê bajarê Cindirsê  bi hezar û 500 dolarî ji bo kesekî din hate firotin.

Çavkaniyan dane zanîn ku mala Îsam Hisên a li ser rêya otostrada Mazotê ya Efrîn ji sala 2018’an ve ji aliyê heman kesî ve hatiye desteserkirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çekdarên ji Xûtayê duh 17 darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Mihemed Şêxmûs ên li paş seyrangeha El Selam a li ser rêya Helebê qut kirine.

(şx)

ANHA