Efserekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li rojavayê Helebê di êrişa çeteyên "Fetih El Mubîn" de efserekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

Efserekî hikumeta Şamê hate kuştin
8 hezîran, 2024   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li eniya Foca 46 a rojavayê Helebê efserekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran dora gundê Kensafra yê başûrê Idlibê topbaran kiriye,  lê belê agahiyên der barê windahiyan de bi dest nexistiye.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka 2024`an ve di 218 êrişan de 245 leşker û sivîl hatine kuştin.

(şx)