Şehîd Useyd li Tebqayê hate oxirkirin

Şêniyên kantona Tebqayê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Wîsam Mehmûd El Murcan li Pakrewangeha Şehîdan oxir kir û peyama domandina rêya şehîdan da.

Şehîd Useyd li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Useyd li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Useyd li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Useyd li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Useyd li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Useyd li Tebqayê hate oxirkirin
8 hezîran, 2024   13:32
TEBQA

Şêniyên kantona Tebqayê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Useyd (Wîsam Mehmûd El Murcan) yê 4’ê Hezîranê li Tebqayê li ser erak xwe şehîd bûbû, oxir kir.

Merasîmê oxirkirina şehîd Useyd li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqay pêk hat.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Mensûra Xemîs Şerade axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Şerade wiha domand: "Şehîdan ji bo parastina projeya biratiya gelan, bicihanîna ewlehiyê û istqirarê canê xwe feda kir. Em ê jî li ser şopa wan û soza xwe bin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Saqir Cirniye bal kişand ser berxwedana gelên heêrmê û got gelên herêmê fedakariyên mezin dikin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Dûre girseyê cenazeyê şehîd Useyd di nava tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşma "Bi can û xwîn em bi te re ey şehîd" de spart axê.

(şx)

ANHA