Tirkiye rêwîtiyên bi Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê re heta 6 mehan taloq kir

Tirkiye careke din geştên asmanî yên welatê xwe ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê heta 6 mehên din taloq kir.

Tirkiye rêwîtiyên bi Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê re heta 6 mehan taloq kir
8 hezîran, 2024   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Mudirê Balafrixaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Hindirîn Hîwa ragihand ku Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê 6 mehên din taloq kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ji 3’yê Nîsana 2023’yan ve heta 3 mehan taloq kiribû. Ji wê demê ve ev 3 car e geştên hewayî ji bo Balafirxaneya Silêmaniyayê taloq dike.

(şx)