YNK: Em ji bo hilbijartinê li gel PDK’ê nacivin
Cîgirê Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku wek YNK ew ji bo hilbijartinê amadene û li benda roja hilbijartinê ne. Talebanî got ku ewê ji bo hilbijartinê tu civînek li gel PDK’ê de nekin.

Cîgirê Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, li Silêmaniyê di dema vekirina projeyekî de ji çapemeniyê re axivî.
Talebanî li ser pirsa rojnamevanan a li ser hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê axivî û got: “Wek YNK em ji hilbijartinên parlementoyê re amadene. Em li benda diyarkirina rojek ya ji bo lidarxistina hilbijartinê ne. Hemû amadekariyên me yên ji bo hilbijartinê temam bûne.”
Di dewamê de Talebanî eşkere kir ku ew qet pêwîst nabînin ku li ser mijara hilbijartinê li gel PDK’ê de bicivin.
Talebanî diyarkir ku tevlîbûn yan jî tevilnebûna PDK’ê ya ji bo hilbijartinê ji wan re negiringe, ew mijareke girêdayî PDK’ê ye.
(kş)