Şehîd Ronîda bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin

Şêniyên kantona Firatê îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Ronîda Ebdo oxir kir. 

19 adar, 2025   15:41
KOBANÊ

Di 17`ê Adara 2025`an de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov maleke di navbera gundê Qomçî û gundê Berxbotanê yên Kobanê de bombebaran kiribû. Di encamê de komkujiyek pêk hat û ji heman malbatê 9 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Duh 9 şehîdên komkujiyê li Pakrewangeha Şehîdên Komkujiyê ya Kobanê hatin oxirkirin, di heman roja oxirkirina dayik, bav, xwişk û birayên xwe, Ronîda Ebdo jî ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.

Îro jî bi hezaran şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xwaser bi merasîmeke biheybet endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ronîda Ebdo ku duh şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê oxir kir.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Almaz Romî sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Almaz anî ziman ku ev bû 3 meh dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane zêde kirine û dewleta Tirk careke din li dijî sivîlan komkujî kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Her wiha diyar kir ku şervanên wan berxwedaneke dîrokî dikin, ji ber vê yekê dewleta Tirk komkujiyan li ser gelê sivîl pêk tîne.

Li ser navê malbata şehîd Ronîda xaltiya wê Xezal Ebdo jî axivî û got: “Bila serê Rêber Abdullah Ocalan û serê gelê Kurd sax be". Xezalê soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre begenameya şehîd hate xwandin û radestî malbata şehîd hate kirin. Cenazeyê şehîdê bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(sş/k)

ANHA