QSD: 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku hêzên wan gelek êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê têk birine û di encamê de zêdetirî 12 çete hatine kuştin û hin jî birîndar bûne.

QSD: 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
19 adar, 2025   15:33
NAVENVA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de QSD’ê ev agahî dan:

"Dagirkeriyê û çeteyên wê êrişî gundên li derdora bendava Tişrîn û Qerqozaqê kir.

Li eniya bendava Tişrînê; roja sêşemê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên giran derdora bendavê û gundewarên başûrê rojhilatê Minbicê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî yên mezin çêbûn. Di vê navberê de, balafirên bêmirov li qada hewayî ya herêmê bê navber firîn.

Duh saet di 12:30’an de hêzên me êrişeke çeteyan a li dijî nuqteyên me yên leşkerî têk bir, şervanên me û şervanên Yekîneyên Parastina Jin bersiv da êrişa çeteyan û di encamê de pevçûnên dijwar rû dan û gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Şervanên me ji sê baskan ve li dû çeteyan ketin, heta gihaştin nuqteyên wan ên leşkerî û ew bi temamî rûxandin, hemû çete reviyan.

Çeteyan careke din hewl da ji girê Syriatelê êriş bikin, lê şervanên me bersiv da, pevçûn derketin û di encamê de 7 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, ên din jî reviyan. Şervanên gelek mayinên ku çeteyan li wê herêmê bi cih kiribûn bê bandor kirin. Di encama bersivdayîna vê êrişê de komeke çete hatin kuştin, koma duyemîn jî têkiliya wan bi komên din re qut bû.

Li gorî agahiyên destpêkê yên encamên bersivdayîna şervanên me li hemberî êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê, 12 çete hatin kuştin û birîndarkirin, tevî ku hejmara wan zêdetir e, gelek nuqteyên leşkerî yên ku çeteyan ji wan êriş li ser hêzên me pêk dianîn, hatin rûxandin.

Li eniya Qerqozaqê; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên El Tîna, Cada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan, Malha û El Sena û girên Sêvê û Qerqozaqê ketober bi topên giran, tank û hawanan bombe kirin, di encamê de gelek ziyanên madî li malên sivîlan çêbûn.

Li hember bombebarana dewleta dagirker û çeteyên wê; hêzên me çalakiyek li dijî çeper û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xist.

Ji aliyê din ve, balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker duh jî li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên derdora wê geriyan.

Bersiva hêzên me li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di çarçoveya mafê xweparastinê de bû, di heman demê de bi boneya heftemîn salvegera dagirkirina Efrînê û her wiha bersivdayîna komkujiya artêşa dagirker li ser gundê Berxbotanê yê Kobaniyê bû.”

(k)