Li 10 navendên Bakûr sed hezaran kesan gotin ‘Em bi Rêbertiya xwe re ne’

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li 10 navendên Bakûrê Kurdistanê de bi sed hezaran kesan dilsoziya xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û bi dirûşmeyên xwe gotin ku ew ê li ser rêya Rêbertiya xwe bin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku banga Rêber Apo rizgariya 85 milyon kesên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ye, lewma divê ev fersend neyê windakirin û gav bê avêtin.

19 adar, 2025   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên Newroza 2025’an ên Bakûrê Kurdistanê îro li 10 navendan dom kir. Li bajarê Wanê, navçeya Tetwan a Bedlîsê, bajarên Muş, Çewlik, Şirnex, navçeyên Nisêbîn û Stêwrê yên bajarê Mêrdînê, li navçeyên Wêranşar, Pirsûs û Hewag ên Rihayê ji saetên sibehê ve bi sed hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadan. 

Di Newroza îsal ya ku bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" tê pîrozkirin de, welatiyan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qadên pîrozbahiyê veguherandin rengên keskesorê.

Li qadên ku bi pankart, al û rengên Newrozê hatine xemilandin, wêneyên mezin ên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibatê de hatibû eşkerekirin, çavên hemû cîhanê li pîrozbahiyên Newrozê bûn. Bi taybetî di pîrozbahiyên li Bakûrê Kurdistanê ku ev çend rojin didomin de, îro coş nêzî lutkeyê bû.

Sed hezaran kesên ku qad dagirtin, dirûşme, pankart û axaftinên xwe gotin ku ew li ser riya Rêber Apo ne.

Hevserokên DEM Partî Tuncek Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî di pîrozbahiyan de axaftin kirin û bal kişandin ser peyam û banga Rêber Apo.

Tuncer Bakirhang li Tetwanê, Tulay Hatîmogullari û Pervîn Buldan jî li Wanê axivîn.

Di axaftinan de li ser peyam û banga Rêber Apo hat rawestîn. Hat diyarkirin ku banga Rêber Apo rizgariya 85 milyon kesên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ye, lewma divê ev fersend neyê windakirin û dewlet gavên pêwîst bavêje.

Pîrozbahî bi komên muzîkê û govendê didomin.

(a)

ANHA