Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin

Xelkê herêma Firatê cenazeyên her du şehîdan Ciwan Efrîn û Koçer li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê oxir kirin û got ew ê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî tê bikoşin.

Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
Şehîd Ciwan û Koçer hatin oxirkirin
18 mijdar, 2023   18:01
KOBANÊ

Di merasîma oxirkirina cenazeya Ciwan Hesen Hemkero (Ciwan Efrîn) û şehîd Ednan Osman (Koçer) de xelkê herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û kesayetên ji partiyên siyasî beşdar bûn. Ciwan Efrîn di 15′ê vê mehê de di bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li gundê Boxaz ê Kobanê de şehîd bûbû, her wiha şehîd Koçer jî di 16′ê heman mehê de dema li ser erka xwe ya leşkerî li Eyn Îsayê şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl axivî û soza tolhildana şehîdan û sekna li hember dewleta Tirk a dagirker da.

Îsmaîl got her ferdekî li herêmê ku parastina ewlehî û îstîqrara herêmê dike dê têkoşîna xwe li hember dewleta Tirk a dagirker û tevahî rejîmên desthilat ên hewl didin îstîrara herêmê têk bibin, dewam bikin.

Îsmaîl wiha domand: "Li tevahî erdnîgariya Rojava di oxira parastina wê de şehîd hatine veşartin. Ev nîşaneya parastina neteweyî li gel xelkê herêmê li dijî timayên dewleta Tirk a dagirker e."

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çelebiyê Cîhan Elî soza xwe ji şehîdan re ku armancên wan pêk bînin nû kir û got: "Îro dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku gelê herêmê hêza xwe ji şehîdan, zarokên şehîdan û dayikên wan werdigire. Ji lew re em bejna xwe li hember van şehîdan ditewînin."

Cîhan wiha pirsî: "Li kîjan herêma cîhanê hevjînên şehîdan wesîqeyên şehadetê yên hevjînên xwe dixwînin? Li kîjan herêma cîhanê gel biçûk û mezinê xwe li pey yek felsef û fikrê dimeşin û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dikin?"

Dûre pismamê şehîd Ciwan Efrîn li ser navê malbatê axivî û got ew xelkê Efrînê dê têkoşîna xwe dewam bikin û tu kes nikare vîna wan bişikîne û dê Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin û li xaka xwe vegerin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên her du şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA