Beşeke xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan derçû

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Herêma Cizîrê 264 xwendekarên ji 8 beşan der çûn.

18 mijdar, 2023   17:25
QAMIŞLO

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Herêma Cizîrê ji bo derçûna 264 xwendekaran bi diruşma ′Bi perwerdeya demokratîk ber bi civaka azad ve′ li hola Nubela ya Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Di şahiya derçûnê de desteya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Kongra Star, malbatên xwendekaran, endamên Kongreya Îslama Demokratîk, Saziya Zimanê Kurdî, nûnerên ji Zanîngeha Rojava û Yekitiya Mamosteyan beşdar bûn.

Xwendekaran  8 beşan; zimanê Kurdî, Ingilîzî, bîrkarî, zanyariya giştî, werzîş, wênesazî û mûzîk û endustirî bi beşên xwe yên komputer û mekanîka erebeyan cilên taybet bi derçûnê li xwe kirin.

Ji dema damezrandina Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ev beşa yekemîn e.

KILÎTA PÊŞXISTINA CIVAKAN ZANABÛN Û ZANÎN E

Di şahiyê de hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mistefa Ferhan bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Em bi we û vê beşa derçûyî serbilind in. Em hemû dizanin kilîta pêşxistna civakan zanîn û zanist e. Cîhan parçeyek ji şaristanî û pêşxistina neteweyan e."

Ferhan wiha domand: "Desteya Perwerdê û Fêrkirinê di demeke kurt de gelek destkeftiyên der barê rêxistinkirin û pêşxistina zimanê dayikê di 3 qonaxên xwendinê de pêk anîne."

Ferhan wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca me nifşekî zana derkeve ku rewşa herêmê di tevahî aliyên perwerdê û fêrkirinê de bi pêş bixe."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî û wiha got: "Em vê serkeftinê li şehîdan pîroz dikin. Ev serkeftin berhema ked û fedakariya şehîdan e ku bi saya wan zarokên me fêrî zimanê xwe yê dayikê bûn."

Yûnis ji xwendekaran xwest ku bi qasî berpirsiyariya li ser milê xwe derkevin û nifşekî xwedî pêşeroja ronak a li ser bingeha neteweya demokratîk û ber bi civaka demokrat û azad ve bigihînin.

PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ AZADÎ Û NASNAME YE

Yûnis wiha domand: "Perwerdeya bi zimanê dayikê azadî û nasnameya me ye. Ji lew re em zarokên xwe ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad amade dikin."

Şêwirmenda Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif jî axivî û wihagot: "Me ji sifrê de dest pê kir. Me bingeh û rêgezên perwerdê danîn. Ji lew re em dikarin niha bêjin me di aliyê perwerdê de şoreşek li dar xist û me di oxira wê de bi hezaran şehîdan da."

Dûre koma Niwêla ya girêdayî Dibistana Tevgera Hîlala Zêrîn û koma mamosteyên zanîngehê stran gotin.

Şahî bi xelatkirina 17 xwendekarên serkeftî yên 8 beşan bi dawî bû.

(fr)

ANHA