'Şehîd Bêrîtan zemîna berxwedana jinan ava kir'

Di çalakiyên bîranîna şehîd Bêrîtan ên li gelek bajaran hatine lidarxistin de, hat destnîşankirin ku şehîd Bêrîtan zemîna berxwedana jinan û xilasbûna wê ji zilmê ava kir.

25 cotmeh, 2023   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li li navenda Baqî Xido ya Çandê û Hunerê ya li bajarê Kobanê merasîma bibîranînê li dar xist. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajarê Kobanê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîda Hesûn axaftinek kir. Macîda şehîd Bêrîtan bi bîr anî û got: “Şehîd Bêrîtan bi şehadeta xwe ji bo her jineke azadîxwaz rê ronî kir.”

Macîda soz da ku ew ê li hember dagirker û xayînan têkoşînê mezin bikin.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê û gundewarê wê li hola Meclisa Zagonsaz bi merasîmekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte, saziyên girêdayî wan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, partiyên siyasî, Nivîsgeha Wafîdî Şehba û Efrîn, meclisên sivîl, rûspiyên eşîran, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mizgîn Cotkar axivî û got: “Şehîd Bêrîtan zemîna berxwedana jinan danî, rê li pêşiya gel vekir ku azadiya jinan nas bikin.”

Mizgîn Cotkar diayr kir ku şehîd Bêrîtan sembola azadî, lehengî û wêrekiyê ye û bûye nasnameya hêzên gerîla.

Piştre li ser jiyana şehîd Bêrîtan sînevîzyonek hat pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên “Berxwedan Jiyan e” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê, koçberên Efrînê û şêniyên herêma Şehbayê bi boneya salvegera 31’emîn a şehadeta wê, şehîd Berîtan (Gulnaz Karataş) li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê bi bîr anî. 

Di merasîma bîranînê de endama Kongra Star Berjîn Efrîn axivî û bal kişand ser kesayeta şehîd Bêrîtan û got: “Fermandar Bêrîtan bi şehadeta xwe hişt ku bi milyonan jinên Kurd tev li nava refên azadiyê bibin.”

Piştî axaftinê li ser jiyana şehîd Bêrîtan sînevîzyonek hat tamaşekirin û koma Şehîd Hêva stran gotin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li navenda xwe ya li bajêr semînerek li dar xist. Endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî semînerê bûn.

Semînerê bi rêzgirtinê û pêxistina mûman ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan dest pê kir.

Semîner ji aliyê endama rêveberiya Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Buseyne Ebdo ve hat dayîn. Buseyne got: “Şehadeta Bêrîtan ji bo xurtkirina hêza jinan peyamek bû. Şehîd Bêrîtan di kesayeta xwe de rastiya dîroka jinên Kurdistanê li hember zihniyeta ku înkarkirina jinan û îradeya jinan armanc dike, temsîl dike. Divê em têkoşîna li dijî zihniyeta înkarê û planên xiyanetê bidomînin.”

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî jiyana şehîd Bêrîtan hat nîşandan.

DIRBÊSIYÊ/ZIRGAN

Şêniyên navçeyên Zirgan û Dirbêsiyê yên girêdayî kantona Hesekê jî şehîd Bêrîtan bi meşekê bi bîr anî. Meşê ji Qada Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û li pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê rawestiya. Meşvanan bênavber dirûşmeyên “Na ji xiyanetê re” , “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîd Bêrîtan rakirin.

Li pêşiya navenda Kongra Star meş veguherî mitîngê. Li wir endama rêveberiya Kongra Star Fatima Keleş şehîd Bêrîtan bi bîr anî û got: “Şehîd Bêrîtan rêya têkoşîn û azadiyê ji bo tevahî jinan ronî kir.”

Fatima soz da ku ew ê li ser xeta şehîd Bêrîtan têkoşînê berdewam bikin.

Endama rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Elîza Hiso jî wiha axivî: “Şehîd Bêrîtan li dijî dijmin û zihniyeta desthilatdar têkoşiya û bi lehengiya xwe hêza jina azad nîşan da.”

Çalakî bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Dêrazorê jî bi merasîmekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî. Merasîm li bajarokê El Kesra hat lidarxistin û bi dehan jin beşdarê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama rêveberiya meclisê Hîtam Hisên axivî. Xîtam şehîd fermandar Bêrîtan bi bîr anî û soz da ku ew ê li ser xeta Bêrîtan têkoşîna li dijî xayîn û dagirkeran bidomînin.

(c)

ANHA