Şehîd Bêrîtan li Hesekê, Tebqa û Helebê hat bibîranîn

Bi sedan jin û xelkê bajarên Hesekê, Tebqa û Helebê di salvegera 31`emîn a şehadeta wê de fermandar Bêrîtan bi çalakiyên cuda bi bîr anî.

25 cotmeh, 2023   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajar û navçeyên kantona Hesekê, bajarên Tebqa û Helebê bi wesîleya salvegera 31′emîn a şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) çalakî hatin lidarxistin. Hemû çalakî bi diruşmeya ′Têkoşîna li ser xeta Bêrîtan têkoşîna li dijî xiyanetê ye′ hatin lidarxistin.

TIL TEMIR

LI parka Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên şehîd Bêrîtan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Kongra Star a Til Temirê Madlên El Ubêd daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi çalakiya fedaî ya şehîd Bêrîtan hate kirin û hate gotin ku şehîd Bêrîtan bû sembola jinên têkoşer û bi hêz ên ku koletî û teslîmiyetê qebûl nakin.

Her wiha hate diyarkirin ku çalakiya şehîd Bêrîtan bandoreke mezin li gel kir, ji ber ku wê dengê heqê li dijî xiyanetê temsîl kir û di şerê li Başûrê Kurdistanê de bû navnîşana berxwedanê.

Çalakî bi diruşma ′Jin, Jıyan, Azadî′ û ′Şehîd Namirin′ bi dawî bû.

TIL BIRAK

Xelkê Til Birakê jî ji rojavayê navçeyê dest bi meşê kir. Meşvanan wêneyên şehîd Bêrîtan û Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên ′Bê Serok Jiyan Nabe′, ′Jin, Jiyan, Azadî′ û ′Bijî berxwedana Bêrîtan′ berz kirin.

Li Çerxerêya Asayîşê meş veguherî mitîngê. Li wir endama Kongra Star a Til Birakê Hîbe Mihemed axivî û got: "Şehîd Bêrîtan destanên lehengiyê nivîsandin û di oxira azadiyê de canê xwe feda kir. Ji bo ku nekeve destê çekdarên PDK′ê bi banga ′Na ji xiyanetê re′ xwe ji kendêl avêt.”

Hîbe soz da şehîd Bêrîtan û tevahî şehîdên azadiyê ku heta pêkanîna azadiyê ew ê li ser şopa wan bin.

HESEKÊ

Li Hesekê jî bi beşdariya bi sedan xelkê bajêr, koçberên Serêkaniyê û niştecihên kampa Waşûkanî meşek ji Çerxerêya Hemamê ya li taxa Muftî ve hate destpêkirin. Meş li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mitîngê.

Li wir endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd axivî û destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan ji bo tevahî jinan meşaleya azadiyê ye.

Rîma wiha domand: "Şehadeta Bêrîtan bi destê PDK′ê xiyaneteke mezin e, dê neyê jibîrkirin.”

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîd Bêrîtan û tevahî şehîdên azadiyê bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Xelkê Şedadê, Hol û bajarokê Mergede li bajarokê Erîşa kom bûn û meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya Saziya Perwerdeyê hate destpêkirin û li pêşiya Meclisa navçeya Erîşa sekinî.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Bedriye El Hisên axivî û bang li tevahî jinan kir ku li ser xeta şehîd Bêrîtan têkoşînê mezin bikin.

Her wiha endama Kongra Star Sûad El Ebdullah diyar kir ku şehîd Bêrîtan li dijî xiyanetê bûye sembola berxwedanê.

TEBQA

Jin û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şehîd Bêrîtan di salvegera 31`emîn a şehadeta wê de bi merasîmekê bi bîr anî. Merasîm li qada meclisê ya li bajêr hat lidarxistin.

Endama rêvgeriya meclisê Nûr El Hefenî li ser navê melcisê axivî û got: "Şehîd Bêrîtan sembola xweşikbûn û azadiyê ye. Şehîd Bêrîtan bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji koletiya ku li ser jinan dihat ferzkirin derket û li dijî desthilatiyê bi vîneke xurt rêya li ber xwe da."

Nûr wiha domand: "Şehîd Bêrîtan mînaka têkoşîna jina Apocî ye ku dijmin xwest wê bişikîne. Lê wê bi helwest û redkirina îxanetê derseke dîrokî da dijmin."

Nûr soz da ku ew ê rêça şehîd Bêrîtan bişopîne, her wiha ji beşdaran daxwaz kir ku ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan mûman pêxin.

HELEB

Kongra Star a Helebê jî bi heman armancê ji xelkê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, endamên saziyên sivîl, meclis, komîn û nûnerên partiyên siyasî re civînek li dar xist.

Civîn li hola 8′ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser têkoşîna fermandar Bêrîtan sînevîzyonek hat pêşandan û li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî şehîd Bêrîtan hate guhdarîkirin.

Dûre endama rêveberiya Akademiya Star, Arjîn Amed behsa çalakiya fedaî ya şehîd Bêrîtan kir û got bi wê çalakiyê şehîd Bêrîtan siyaseta xiyanetê ya PDK′ê aşkera kir, teslîmkarî qebûl nekir û xwe ji zinaran ve avêxt xwarê.

Civîn bi diruşmên ′Jin, Jiyan, Azadî′ û ′Bê Serok Jiyan Nabe′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA