Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo piştgiriya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşeke li dar xist.

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
25 cotmeh 2023   16:22
EYN ÎSA

Meşê ji pêşiya Mizgefa Mezin a navçeyê dest pê kir. Tê de pankertên bi nivîsên « Bê Serok Jiyan Nabe” , “Berxwedana me dê bi serkeftinê bi encam bibe” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin hatin berzkirin.

Meş li çarxerêya şehîd Cûdî veguherî mitîngê. Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Girê Spî Sabrî Nebo axivî û tecrîd şermezar kir.

Nebo bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyên azadiyê û diyar kir ku dê têkoşîna gelên azadîxwaz heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bike.

Hêzên Parastina Cewherî-Jin a herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nîşan da.

(c)

ANHA