Li Dêrazorê kaz li welatiyan hat belavkirin

Bi armanca dabînkirina pêdiviyên xelkê rojhilatê Dêrazorê û ji ber ku kel û pel biha ne, kehrebe û gaza malan qut e, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kaza malan li welatiyên Dêrazorê belav kir.

Li Dêrazorê kaz li welatiyan hat belavkirin
Li Dêrazorê kaz li welatiyan hat belavkirin
Li Dêrazorê kaz li welatiyan hat belavkirin
20 sibat, 2024   16:57
DÊRAZOR

Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê 38 hezar lître kaza malan da stasyona sotemeniyê yên bajarokê Behra da ku piştre bi rêya kartên malbatê li xelkê Behra, Xeranîc û Ebû Hemam were belavkirin.

Ji her malbatekê re 20 lître hat veqetandin. Bihaya her lîtreyekê 425 lîreya Sûriyeyê ye, lê li sûka reş her lîtreyek bi 5 hezarî ye.

Li gorî komîteya sotemeniyê dê di çend rojên bê de kaza malan li herêmên din ên rojhilatê Dêrazorê jî were belavkirin.

(fr)

ANHA