Saziya Pirkirina Tov ya li Reqayê demsala xwe bi serkeftî qedand

Hevserokê saziya Pirkirina Tovan a kantona Reqayê, Salih Bozan pilansaziya pirkirina tov ya demsala çandiniyê eşkere kir.Bozan da zanîn ku dê ji bo çandina 40 hezar donime, tov bidin cotkaran.

9 tebax, 2025   05:20
REQA
ENES MIHEMED

Hevserokê Saziya Pirkirina Tovan a kantona Reqayê Salih Bozan ragihand ku ji bo demsala niha saziyê xebatên mezin pêk anîne û diyar kir ku ji bo mewsima çandiniyê ya bê amade ye.

Saziyê heta niha li kantona Reqay bi hezaran cotkaran re peyman îmze kiriye û tovê herî baş peyda kiriye, vê yekê hişt ku berhema genim zêde bibe.

Salih Bozan diyar kir ku saziya Pirkirina Tovan li Reqayê, sala 2024-2025, 473 peyman bi cotkarên kantona Reqayê îmze kir.

TOVÊ BAŞ Û BERHEMA ZÊDE

Bozan destnîşan kir ku berhema genim yê tovê başkirî vê demsalê gihîştiye 5 hezar û 712 ton, li gorî Bozan ev hijmar gelekî baş e, ev serkeftin bi paqijiya tovan û kalîteya wan a bilind ve girêda.

Bozan diyar kir ku karê paqijkirin, dermankirin û komkirina hemû cureyên tovan berdewam e.

Her wiha li gorî Bozan, sazî ji bo vê demsalê amadekirina radestkirina tov di dema çandiniyê dike ku wê hemû kêmasiyan bi rêya Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temam bike.

pilansaziya pirkirina tov ya demsala çandiniyê eşkere kir.Bozan da zanîn ku dê ji bo çandina 40 hezar donime, tov bidin cotkaran.

Li ser makanîzmeya îmzekirina peymana bi saziya Pirkirina Tovan re Bozan anî ziman ku cotkarê daxwaza xwe pêşkêş dike, piştî wê sazî diçe li cihê erdê dinere û û li gorî şertên saziyê tê peyman tê imzekirin.

Ji wan şertan divê ew erd li ser du salan şûv (stewir) be, yan du salan pembo yan sebze lê hatibe çandin.  

 (ac)

ANHA