Gule şahiyan vediguherîne şînê

Aheng û şahiyên civakî, boneyên kêfxweşî, hevdîtin û pîrozbahiyê ne, lê ji ber diyardeya teqandina guleyan bêsrûber, ev şahî gelek caran vediguherin şîn û xemgîniyê. Ji bo pêşîgirtina vê diyardeyê saziyên ewlekariyê û yên civakî ketin nava tevgerê.

Gule şahiyan vediguherîne şînê
9 tebax, 2025   04:05
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Tevî ku gelek caran hişyarî hatiye dayin jî, lê diyardeya teqandina guleyan li şahî û dawetan li gelek deverên herêmê dewam dike. Ev diyardeya bêserûber heta niha bûye sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan.

ŞAHIYA XEKLÊ JI BO ME BÛ ŞÎNÎ

Par, li bajarê Til Brakê yê kantona Cizîrê zarokê bi navê Ehmed Osman El Mutlig, ji ber guleyên ku di dawetekê hatin teqandin, birîndar bû. Ehmed ji ber birîna xwe felc bû.

Dayika Ehmed got: "Şahiya xelkê ji bo me bû şînî. Kurê min bi tevahî felc bû, ew sêwiyê bav e û temenê wî 10 sal in, ma çi wateya vê lîstina bi çekan heye? "

Sala derbasbûyî li Til Brakê çend bûyerên wiha qewimîn û di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan, her wiha agir bi malekê ket û gelek kes birîndar û astengdar bûn.

HEWLDANÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN JI BO PÊŞÎGIRTINA VÊ DIYARDEYÊ

Ji bo pêşîgirina vê diyardeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêze biryar û tedbîrên tund girtin, ji wan biryaran qedexekirina teqandina guleyan di hemû boneyan de û darizandina qanûnî ya her kesê ku van birayan binpê dike.

Her wiha li deverên ku ev rûdan lê zêde ye, bi taybet li deverên gundewarî, dewriyeyên ewlekariyê hatin zêdekirin û xwediyên şahiyan hatin hişyarkirin ku nehêlin kes guleyan bitqînin.

Hêzên ewlehiyê tekez kirin ku ev tedbîr beşek ji hewldana parastina jiyana sivîlan û misogerkirina ewlehî û aramiyê ne.

HEWLDANA EŞÎRAN

Di çarçoveya hewldanên civakî yên pêşîgirtina vê diyardeyê de, berî çend rojan li bajarê Til Brakê yê kantona Cezîrê civînek berfireh hate lidarxistin, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê tevlî civînê bûn.

Di civînê de çend biryarên girîng hatin wergertin, yek wan biryaran eger kesek ji ber teqandina guleyan bêsrûber bibe sedema kuştina kesekî din, dê çar qatên pereyên xwînê bide. Her wiha dê sûcdar û çeka wî radestî dezgehên ewlehiyê bikin.

Rûspiyên eşîran her wiha diyar kirin ku kêfxweşiya rastîn ne teqandina guleyan de ye, lê parastina nirxên mirovan û civakê ye.

BANGA PÊKANÎNA ZAGONAN

Çalakvanên sivîl û civakî dan zanîn ku pêşîgirtin vê diyardeyê hevkariyek cidî di navbera civak û rayedarên ewlehî û dadweriyê de hewce dike. Her wiha xwestin ku zagonên tund werein pêkanîn û kempanyayê hişyarkirinê werin lidarxistin.

Di dawiya civînê de, beşdaran diyar kirin ku dawet û şahî divê cihê kêfxweşiyê bin, ne derfeteke ji bo belavkirina tirsê bin, û gotin "guleyek dikare jiyanekê bi dawî bike û kêfxweşiya malbatekê bi tavahî xera bike. "

(k)

ANHA