Saziya Avê ya Hesekê avê ji şêniyan re peyda dike

Saziya Avê ya bajarê Hesekê xebatên dabînkirina avê ji şêniyan re bi rêya tankeran zêde kirine.

Saziya Avê ya Hesekê avê ji şêniyan re peyda dike
25 ÇILE, 2026   11:26
HESEKÊ
BOTAN HISÊN- HENAR ÎBRAHÎM

Ligel seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser li dijî êriş û gefên çeteyên hikumeta demkî yên desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin ragihandiye, saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê pêşkêşkirina xizmetan didomînin.

Saziya Avê ya bajarê Hesekê dabînkirina avê bi rêya sarîcan ji şêniyan re zêdetir kirine.

Ji rêveberên Saziya Avê ya bajarê Hesekê  Hesen Izo Hisên ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew bi rêya tankeran avê ji şêniyan re peyda dikin û got, beriya av li şêniyan were were belavkirin, av tê paqijkirin.

Hesen Îzo Hisên destnîşan kir ku sazî bi rêya tankerên xwe avê bê pere li koçberan belav dike û bi 15 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo 5 bermîlan difroşe.

Hisên îşaret pê kir ku li bajarê Hesekê derdora 15 stasyonên paqijkirina avê hene û got, ew bi buhayekî kêm mazotê didin tankerên avê da ku şênî bi buhayekî kêm ava vexwarinê bi dest bixin.

Her wiha anî ziman ku hin xwediyên tankeran sûdê ji rewşê werdigirin û avê bi buhayê bilind belav dikin.

Hesen Îzo Hisên got: "Em bi hemû hêza xwe kar dikin da ku avê ji şêniyan re peyda bikin."

Hêjeya bi bîrxistinê ye ku ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagir kiriye ava stasyona Elokê li ser bajar û gundewarê Hesekê qut kiriye.

(b)