Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê li bajar û bajarokên kantonê bi lêçûna 421 hezar dolarî gelek projeyên sererastkirin û firehkirina kanalîzasyonan dane destpêkirin.

Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
Şaredariyên Dêrazorê projeyên kanalîzasyonê dane destpêkirin
14 îlon, 2024   07:10
DÊRAZOR

 Yekitiya Şaredariyan a bajarê Siwerê yê li bakurê kantona Reqayê bi armanca temîrkirina kanalîzasyonê 2 proje dan destpêkirin. Projeya yekemîn li taxên bajar bi dirêjahiya 580 metre û projeya duyemîn jî li kolana sereke ya bajêr bi dirêjahiya 450 metre ye.

Her wiha yekitiyê li bajarê Kîsrat ê li rojavayê kantonê li gundê Hemar El Elî (Kolana Peymangehê) bi dirêjahiya 580 metre, li bajarokê Sewe bi dirêjahiya 450 metre proje dane destpêkirin. Li kêleka wê jî xebatên paqijkirina xetên xitimî hatin kirin.

Yekitiyê kanalîzasyonên li bajarokê Sebhe yê bajarê Besîre bi dirêjahiya hezar û 300 metre li taxên rojava û bakur temam kirin.

Her wiha Şaredariya Gel a Hecînê bi dirêjahiya hezar metre ji nû ve kanalîzasyona bajêr da sererastkirin. Ew proje li taxa El Boxatir, taxa Ebû Hesen û kombûna Kela Niştecihan e.

Endezyarê Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê Yûsif El Şehab têkildarî mijarê got: "Kantona Dêrazorê zehmetiyên mezin ên kanalîzasyonê dikişîne. Yekitî jî li ser çareserkirina van pirsgirêkan projeyên nû didin destpêkirin. Ev proje dê li tevahî bajarên kantonê dewam bikin."

(fr)

ANHA