Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne

Şaredariya Gel a Amûdê ji sedî 30’ê projeya avakirina bajarê Sînaî pêk aniye. Li gorî plansaziyê ger tu astengî dernekevin, dê di Hezîrana 2025′an de proje bi dawî bibe.

Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne
Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne
Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne
Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne
Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne
Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne
Şaredariya Amûdê avakirina bajarê sînaî didomîne
14 îlon, 2024   06:10
AMÛDÊ

Projeya bajarê sînaî ya li bajarê Amûdê ku li derveyî navenda bajêr e, di Adara îsal de dest pê kir. Li gorî plansaziya birêxistinkirinê di projeyê de 200 dikan hene û li têketina wê stasyoneke sotemeniyê heye.

Rûbera bajarê sînaî tevî kolan û peyarêyan 92 donim e. Rûbera her dikanekê dê di navbera 100 heta 160 metredam de be.

Li gorî çavdêrên projeyê, dê belavkirina dikanan li gorî sîstema kirêkirinê bo xizmeta şaredariya gel be.

Dê di bajarê sînaî de dikanên temîrkirina erebeyan, alavên çandiniyê, kargehên sînaî hebin. Armanca şaredariyê ji vê projeyê qirêjî, qerebalix û zexma trafîkê li hundirê bajarê Amûdê kêm bike. Dê dikanên sînaî sewqî bajarê sînaî yê nû bên kirin.

Ev proja li Amûdê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya sêyemîn e. Her wiha li kantona Minbicê û bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê jî bajarên wiha tên avakirin.

(fr)

ANHA