Şaredariya Kobanê xebateke berfireh a paqijiyê da destpêkirin

Şaredariya Gel a Kobanê dest bi xebateke berfireh û giştî ya paqijkirinê kir.

8 hezîran, 2026   11:49
KOBANÊ

Şaredariya Gel a Kobanê bi armanca başkirina dîmena şaristanî ya tax û kolanên bajar û xweşikirina wê, xebateke berfireh û giştî ya paqijkirinê da destpêkirin.

Cîgirê şaredara Kobanê Muslim Muslim diyar kir ku ev xebat dê tevahî taxên bajar bigire nava xwe û got: "Ekîbên paqijiyê dê dest bi rakirina çopê bikin, kolan û qadên giştî paqij bikin, çop û bermahiyên avakirinê rakin."

Muslim Muslim anî ziman ku armanc ji vê xebatê parastina tenduristiya giştî û parastina jîngehê ye, nemaze bi hatina havînê re ku îhtîmalên belavbûna nexweşiyan zêde dibin.

Muslim îşaret pê kir ku ev xebat dê bi awayekî asayî bi hemahengiya Desteya Jîngehê re dewam bike û got di hefteyê de rojek ji bo xebata paqijkirinê hatiye veqetandin.

Muslim banga tevkariyê li şêniyan kir û ji wan xwest li gorî dema hatiye diyarkirin, çopê derxin da ku ev xebat serkeftî derbas bibe û jîngeheke paqij û ewle mîsoger bibe.

(bb)

ANHA