Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan

Tevî dorpêçê jî Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, li taxa Benî Zêd veguhêzeke kehrebeyê bi cih kir. Ji ber ku hikumeta Şamê her du tax dorpêç kirine û nahêle madeyên pêwîst derbasî her du taxan bibin, şaredariyê ev kar bir serî.

Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan
Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan
Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan
Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan
Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan
Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan
Şaredariya Gel kehrebe gihand 600 malan
1 gulan, 2024   10:33
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê û êrişan re binesaziya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê wêran bûn. Hikumeta Şamê jî sererastkirina wan paşguh kir û bi ser de jî xebatên sererastkirinê asteng kirin. 

13 sal e li taxa Benî Zêd a li rojavayê Şêxmeqsûdê, kehrebe nîn e. Şêniyên wê taxê gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber wê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, dest bi projeya bicihkirina veguhêzekê li wê taxê kir, ruxmî ku derfetên wê kêm in û gelek astengî hene.

Şaredariyê destpêka Mijdara borî dest bi vê xebatê kir û dawiya Adarê de bi dawî kir.

Pêwîstiya taxê bi 3 veguhêzan heye lê mixabin Şardariya Gel ji ber dorpêçê û ji ber ku hikumeta Şamê nahêle veguhêzên din derbasî her du taxan bibin, tenê veguhêzek bi cih kir û kehrebe gihand 600 malan.

Endama Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Leyla Mistefa têkildarê vê projeyê got: "Em hewl didin bi qasî dikarin xizmeta gelê her du taxan bikin. Ruxmî derfetên me yên kêm, lê xebatên me ji bo sererastkirinê berdewam in.”

Leylayê destnîşan kir ku şaredariyê li ser gazinc û giliyên şêniyan dest bi koordîneya bi Komîteya Destwerdana Lezgîn a şaredariyê re kir û tedbîrên pêwîst girtin da ku daxwazên şêniyên taxê bîne cih.

Der barê astengiyan de Leylayê got: "Ji ber dorpêçê, bicihkirina veguhêzê dereng ma û piştî 3 mehan li taxê hate bicihkirin."

(şx)

ANHA