Şaredariya Bajarê Reqayê plansaziya xwe didomîne
Şaredariya Bajarê Reqayê piştî ku xebatên sererastkirina 6 hezar û 281 metre toreyên kanalîzasyonê bi dawî bike dê 38 rêyan zift bike û ji bo wê 19 hezar metrekab qîr veqetandiye.
Şaredaryên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, plansaziya xwe ya ji bo sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û ziftkirina rêyan didomînin. Şaredariya Bajarê Reqayê dest bi sererastkirina torên kanalîzasyonê û ziftkirina 38 rêyên bajêr kir.
Kolana ji sûka Seyfuldewle heta rojavayê mizgefta Omer binu El Xetab, kolana ji çerxerêya El Betanî heta Seken Şebabê ya li rojhilatê bajêr û heta kolana 23`yê Sibatê, kolanên kevin ên li taxa Mensûra, Rafqa, kolanên El Ecîlî û El Bedo, li gorî plansaziyê dê werin zivitkirin.
Li gorî çavdêrê kar û xebatên sererastkirinê yê şaredariyê endezyar Ebdulhemîd El Elîs, qîra berê tê jêkirin, torên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 6 hezar û 281 metre û yên ava vexwarinê yên kolanên navborî tên sererastkirin, pêvajoya dawî jî ew kolan dê werin ziftkirin.
El Elîs aşkera kir ji bo ku ziftkriina rêya şaredariyê 19 hezar metrekab celbê qîrê veqetandiye.
(şx)
ANHA