Pirsgirêka penabarên sûriyeyî bi hilbijartinên ewropayî ve girê dayî ye

Rojnameyên erebî îro di weşanên xwe de cih dan pirsgirêka penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê, têkiliyên Rûsya-Îranê û danûstandinên Hemas û Îsraîlê.

Pirsgirêka penabarên sûriyeyî bi hilbijartinên ewropayî ve girê dayî ye
12 hezîran, 2024   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî têkiliyên Rûsya-Îranê nûçeyek bi sernavê " Ji ber pirsgirêkan Moskovê hevkariya bi Tehranê re cemidand" weşand. Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kir ku Wezareta  Karên Derve ya Rûsyayê cemidandina peymana hevkariya giştî bi Îranê re ragihand. Her du aliyan di çend mehên borî de gelek caran destnîşan kiribûn ku "peyman nêz maye pêk were" û dê di zûtirîn dem de bê îmzekirin.

Li gorî rojnameyê, ev gav gelek pirsnîşan derxistin pêş ku her du alî di sazkirina teşeya dawîn a peymanê de gihaştine kijan astê. Rayedarên rûs û îranî, peyman wek pêvajoyeke nû ya hevkariya stratejîk di gelek qadan de wesifandin û 2 salan li ser asta pispor û dîplomatên payebilind nîqaş kirine û ti yek ji wan behsa cudabûna helwestan têkildarî peymanê nekir.

Her wiha rojnameyê da zanîn ku rayedarên rûs dosyaya têkiliya bi Îranê re aşkera kirin ku "ji ber pirsgirêkên li Tehranê îmzekirina peymana hevkariya giştî di navbera Rûsya û Îranê de hate cemidandin" û destnîşan kirin ku gelek xalên nakok hene lê detayên dîtir parve nekirin.

ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA PENABERÊN SÛRIYEYÎ LI LUBNANÊ DÊ PIŞTÎ HILBIJARTINAN LEZ BIBE

Rojnameya El Watan a ser bi hikumeta Şamê ve têkildarî dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê nûçeyek parve kir. Rojnameyê bal kişand ser civîna serokê Konseya Ewropayê Charles Michel dema bi serokê hikumeta demkî ya Lubnanê Necîb Mîqatî re li navenda kongreyan a Kiral El Hisên Bin Talal a Urdunê û ragihand ku Michel di civînê de gotiye; çareserkirina dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê dê piştî hilbijartinên eworpayî lez bibin û rêveberên ewropî baş dizanin çiqas ev dosya fişarê li Lubnanê çêdike û bi nêrîna wan çareserî, dê piştî hilbijartinan lez bibe.

HEMASÊ BERSIVA XWE RADEST KIR: HETA DAWIYA HEFTEYÊ DIVÊ ÎSRAÎL JI XEZAYÊ VEKIŞE

Rojnameya El Exbar a Lubnanê cih da rewşa Xezayê û bi bîr xist ku tevgera Hemasê duh bersiva xwe ya fermi li ser pêşniyara Amerîka-Îsraîlê ya lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan ji her du navbeynkaran; Qeter û Misirê re ragihand.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên agahdar wergirtine, Hemasê di bersiva xwe de, têbiniyên wekî rawestandina şer wek pêvajoyeke pêşîn a vekişînê ji niştecihan ta sînor, divê li gorî şertên Hemasê, avahiyên leşkerî yên li eniya Netzarim bên jihevxistin, hemwextî wê Îsraîl ji tevahiya eniya Philadelphia vekişe û deriyê Refehê vala bike, divê ev vekişîn di hefteyekê de pêk were.

Rojnameyê li ser agahiyên ku ji heman çavkaniyan wergirtine, ragihand ku Hemas di pêvajoya yekemîn de dê 33 dîlgirtiyên îsraîlî yên mirî û sax radest bike, dê her 3 rojan 3 dîlgirtiyan serbest berde, heke daxwazên wê heta dawiya roja 7`an nehatin bicihanîn, dê ew jî radestkirina dîlgirtiyan rawestîne, her wiha Hemasê daxwaz kir ku Çîn, Rûsya û Tirkiye bibin navbeynkarên û dabînkerên lihevkirinê.

(şx)