Şamê "Hatim Ebû Şeqra" ji bo Firqeya 86’an tayîn kir

Desthilata Şamê çete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra), ku navê wî di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye ji bo serkirdetiya Firqeya 86’an tayîn kir. Ebû Şeqra di 2019’an Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd xist.

Şamê "Hatim Ebû Şeqra" ji bo Firqeya 86’an tayîn kir
5 gulan, 2025   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê serçete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yê ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribû, wekî serkirdeyê Firqeya 86'an erkdar kir. Vê gavê, ji ber sûc û binpêkirinên ku bibelge kirine, hêrsek çêkir.

Serçete Ehmed Îhsan Feyad El Hayis ji çeteyên "Ehrar El Şerqiye" ye û di Cotmeha 2019'an de wî şehîd Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan qetil kirin. Ev sûc jî li ser asta navneteweyî bi girseyî hat şermezarkirin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî di 2021'an de ji ber binpêkirinên li dijî mafên mirovan nexasim qetilkirina bi sedan sivîl di girtîgehekê de ku "Hatim Ebû Şeqra" berpirsê wê bû ceza li wî û li hin çeteyên "Ehrar El Şerqiye" birîbûn.

Heman wezaretê bi tohmeta bazirganiya bi jin û zarokên Êzîdî û tevlêkirina çeteyên DAIŞ'ê di nav refên "Ehrar El Şam" de, ceza li wî birîbû.

Di raporeke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (EMNESTY) de di Tebaxa 2018'an de, sûcdariaya çeteyên "Ehrar El Şerqiye" di revandin, girtin û talankirina mal û milkên sivîlan li deverên wan dagir kirine de, hat belgekirin.

(mh/fr)